Vans: Em naxwazin bikevin nav şerrên demdirêj ên bêdawî da
Cîgirê Serokkomarê Amerîkayê tevî mikurhatina li ser nakokîyên xwe yên raborî digel Trump derbarê destdirêjîyê li ser Îranê teqeziya li ser vêya kir ku: Hikûmeta Trump naxwaze bikeve nav şerrekî demdirêj û bêdawî da.
JD Vans tevî amajeya bi ezmûna xwe ya beşdarbûna di şerrê Iraqê da got ku divê her kiryareke leşkerî armanceke kivşkirî hebe û berjewendîyên wê yên stratejîk ji bo Amerîkayê, li hember têçû û xisarên canî, werin pîvandin û nirxandin. Axaftinên Vans di halekî da tên hilêxistin ku destdirêjîya amerîkayî-siyonîst li ser Îranê, bûye mijara nakokîyê di nav hevpeymanên siyasî yên Trump da; nakokîya ku pirsan derbarê têçû û armancên stratejîk ên vê pevçûnê pêk anîne bi awayekî ku Tucker Carlson (Takêr Kalêrson), şirovekerê siyasî û yek ji eşkiratirîn dijberên şerrê Trump li himber Îranê bawer e ku ev şerr di rêya berjewendîyên Rejîma Siyonîst da ye û li dijî soza Trump ji bo pêşîlêgirtina ji destwerdanên leşkerî yên pirrtêçû yên derveyî ye.