Krêmlînê pêşniyaza agirbesta 60-rojî ya Zelenskî red kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i360848-krêmlînê_pêşniyaza_agirbesta_60_rojî_ya_zelenskî_red_kir
Krêmlînê pêşniyaza Serokkomarê Ukraynê ji bo pêkanîna agirbesta 60-rojî bi armanca lidarxistina hilbijartina serokkomarîyê red kir.
(last modified 2026-10-12T14:35:10+00:00 )
Çirî 12, 2026 18:04 Asia/Tehran
  • Krêmlînê pêşniyaza agirbesta 60-rojî ya Zelenskî red kir

Krêmlînê pêşniyaza Serokkomarê Ukraynê ji bo pêkanîna agirbesta 60-rojî bi armanca lidarxistina hilbijartina serokkomarîyê red kir.

Dmîtrî Peskov, berdevkê Krêmlînê ragihand ku Rûsya li şûna agirbesta demkî, daxwaza bidestxistina lihevkirineke aşitîyê ya mayînde dike. Peskov got: Serokkomar Pûtîn û rayedarên Rûsyayê di astên cûrbicûr da gelek caran ragihandine ku em daxwaza agirbestê nakin; em aşitîyeke demdirêj dixwazin û ji bo bidestxistina wê amade ne ku her tiştê ku pêkan be pêk bînin.

Volodîmîr Zelenskî, Serokkomarê Ukraynê roja Yekşemiyê di gotûbêja bi Kanala NBCyê ya Amerîkayê ra ji Pûtîn xwestibû ku bi pêkanîna agirbesta tam ji bo heyama 60 rojan razî bibe da ku Ukrayn bikare hilbijartina serokkomarîyê li dar bixe.