Îlona îsal duyemîn Îlona herî germ a dîroka cîhanê bû
Çirî 12, 2026 18:03 Asia/Tehran
Li gorî daneyên herî nû yên Xizmeta Guherînên Keşûhewayê ya Kopernîka Yekitîya Ewropayê, Îlona sala 2026an duyemîn Îlona herî germ a tomarkirî di dîroka cîhanê da bûye.
Rêvebirê Xizmeta Kopernîkê hişyarî daye ku bi xurtbûna diyardeya El-Nînoyê, îhtimala berdewamîya pileyên germayê yên bilind di mehên bê da heye. Hevdem, hin beşên Ewropayê bi hişkesalî û kêmbûna asta ava çeman ra rûbirû bûne û rûbera qeşaya deryayî li Cemsera Başûr jî gihîştiye yek ji nizimtirîn astên tomarkirî. Van daneyan careke din zengila xeterê ya gurrbûna germiya cîhanî û dûhatên wê lê xistin.