Sanderz: Trump xeternaktirîn Serokkomarê dîroka Amerîkayê ye
Senatorê amerîkayî, Donald Trump wek xeternaktirîn Serokkomarê dîroka Amerîkayê bi nav kir û got ew ne rêzê li qanûna bingehîn digire û ne jî pêbendî serdestîya qanûnê ye.
Bernie Sanders, tekez kir ku armanca sîyasetên hikûmeta Trump dabînkirina berjewendîyên dewlemendtirîn kesan û ferzkirina êş û rencê li ser malbatên karker e. Vî senatorê amerîkayî herwiha şerrê Amerîkayê dijî Îranê neqanûnî û dijî qanûna bingehîn bi nav kir û daxwaza rawestandina wî kir. Wî zêdebûna bihayê sotemenîyê û madeyên xwarinê ji dûhatên vî şerrî zanî. Sanders tevî rexnekirina sîyasetên hikûmeta Trump di qada koçberî, guherînên keşûhewayê û Hişê Çêkirî da, daxwaza bidawîhanîna kontrola Komarîxwazan li ser Senayê û veguherandina Partîya Demokrat bo partîyeke parêzvana malbatên karker kir.