Banka Cîhanî derbarê dûhatên şerrê xwexwestî yê Amerîkayê dijî Îranê hişyarî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i360830-banka_cîhanî_derbarê_dûhatên_şerrê_xwexwestî_yê_amerîkayê_dijî_Îranê_hişyarî_da
Serokê Banka Cîhanî di mikurhatineke zelal derbarê dûhatên sîyasetên şerrxwazane yên Amerîkayê dijî Îranê, qala destpêbûna rawêjkariyên berfireh bi dehan welatan ra ji bo rêvebirina şokên enerjîyê û kontrolkirina enflasyona cîhanî kir.
(last modified 2026-10-11T15:56:12+00:00 )
Çirî 11, 2026 19:25 Asia/Tehran
  • Banka Cîhanî derbarê dûhatên şerrê xwexwestî yê Amerîkayê dijî Îranê hişyarî da

Serokê Banka Cîhanî di mikurhatineke zelal derbarê dûhatên sîyasetên şerrxwazane yên Amerîkayê dijî Îranê, qala destpêbûna rawêjkariyên berfireh bi dehan welatan ra ji bo rêvebirina şokên enerjîyê û kontrolkirina enflasyona cîhanî kir.

Li gorî îdiaya Ajay Banga, serokê Banka Cîhanî, aboriya cîhanî heta niha berxwedaneke hema bêje baş hebûye lê beşek ji vê berxwedanê ji ber sermayeguzarîyên berfireh di qada Hişê Çêkirî da û guherîna raberkirin û daxwazê di bazara neftê da bûye. Bi vî halî, piştî destpêka şêrr di dawîya Sibatê da, çend welatan ji bo wergirtina yekem pakêta 25 milyar dolarî ya alîkarîyên awarte ku Banka Cîhanî pêşkêş kiribû, daxwaz kirin.

Ligel vê yekê, Banga hişyarî da ku bilindbûna giran a bihayê gazol û gûbreyên kîmyayî, li rex hokarine mînanî diyardeya avhewayê ya Sûper El-Nînoyê, pirsgirêkên li pêşberî welatên pêşketî zêde kirine.