Jordaçûna bihaya ardûyê li Ewropayê
Îlon 22, 2026 17:38 Asia/Tehran
Bihaya ardûyê li YEyê di Tebaxa îsal da pêka vê dema sala buhurî sedî 23.8 jorda çûye.
Li gorî datayên Eurostatê, ev jordaçûna di Hezîranê da sedî 13.7 u di Tîrmehê da sedî 16.9 bûye.
Bihaya ardûyê li 26 welat ji 27 welatên YE jorda çûye û li 18 welatên vê yekitîyê jî jordaçûna salane ya zêde ji sedî 20ê hatîye tomarkirin. Li Bulgaristanê bihabûna ardûyê sedî 34.5 bûye u Lîtvanî, Finland, Alman u Fransa di rêzên din da ne.
Bihaya mazotê jî sedî 8.3 u benzîn jî sedî 3.3 jorda çûye.