Amerîka bi awayekî fermî ji Konseya Mafên Mirovan a NY derket
Rojekî piştî ragihandina cinayeta cengê ya Amerîkayê di êrişa ser Mînabê de ji aliyê taxima Peydakirina Rastiyan a Konseya Mafên Mirovan ve, Amerîka ji vê konseyê derket.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Konseya Mafên Mirovan a NY bi berbelavkirina yak u Axiftina dijî Amerîkayê daye zanîn û herwiha nihêrîna lihevkirinê li hember hikûmetên ku tawanbar in mafên mirovan binpê dikin, tawanbar kiriye. Ev biryar rojek piştî weşandina rapora şanda lêkolîna rastiyan a serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî li ser Îranê hat dayîn, ku tê de hatibû gotin ku bingehên maqûl hene ku bawer bikin hêzên amerîkî ji du êrîşan li Îranê berpirsiyar in. Êrîşek li ser dibistana Şecereyê Teyibe li Mînabê û ya din jî li ser komavahiyeke werzîşê li Lamerdê bû.
Şanda lêkolîna rastiyan a NY`yê li ser êrîşan lêkolîn kiriye û gihîştiye wê encamê ku dibe ku ew wekî tawanên şer bin. Koşka Sipî wek berteka li hember rapora şanda lêkolîna rastiyan a NY`yê ew red kiriye û Konseya Mafên Mirovan daye ber rexneyan.