Daxistina balafirgeha Norvicha Ingilîsê bi dû greva personelan
Tebax 28, 2026 18:45 Asia/Tehran
Balafirgeha Norviç a Ingilîsê bi dû greva personelên trafîka hewayî, îro ji kar ket.
Bi dû greva personelên trafîka hewayî, hemî geştên vê balafirgehê hatin betalkirin û bi hezaran rêwî sergirdan man. Ev greva personelan bi nîşana nerazîbûna himber nakokîyên têkildarî destmizê u rewşa karkirinê dest pê bûye. Geştên Şirketên Rayan Air u KLMê jî ketine ber bayê vê grevê yan jî hatine ibtalkirin.
Rêwî ji bo geştên din sûdmend bibin, neçar in nêzî 160 kîlometran herin u xwe bigihînin Balafirgeha Savtendê. Ev tevlihevîya di germegerma demsala geşt u seyranê da, bûye sedema hêrsbûna rêwîyan.
Rayedarn balafirgehê ragihandine ku ji bo kutakirina vê nakokîyê, muzakireya tev yekitîya têkildar ra didomînin.