Pêgirîya Ûrsêtê ser domandina operasyona leşkerî li Ukraynê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i359944-pêgirîya_Ûrsêtê_ser_domandina_operasyona_leşkerî_li_ukraynê
Berdevkê Serokomartîya Ûrsêtê ragihand ku operasyona taybet a leşkerî ya li Ukraynê tê domandin ji ber ku Kîyev hez nake mesele bi awayekî aştîyane bên areserkirin.
(last modified 2026-08-28T15:34:51+00:00 )
Tebax 28, 2026 15:46 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Ûrsêtê ser domandina operasyona leşkerî li Ukraynê

Berdevkê Serokomartîya Ûrsêtê ragihand ku operasyona taybet a leşkerî ya li Ukraynê tê domandin ji ber ku Kîyev hez nake mesele bi awayekî aştîyane bên areserkirin.

Dîmîtrî Peskov ragihand: Viladimîr Pûtîn Serokomarê Ûrsêtê vê gavê planek ji bo gotûbêja tev Donald Trump Serokomarê Amerîkayê tineye. Wî dîyar kir ku Ûrsêt jinavbirina binesazîyên leşkerî yên Ukraynê didomîne u got: E, operasyona taybet didomînin; demajoya alugurên bereya cengê aşkira ne u dûhatên wan jî ji bo rejîma Kîyêvê zelal in. Vî rayedarê Ûris herwiha got: Ukrayn êti meylek ji bo gotûbêja derbara çareserkirina aştîyane ya qeyranê tineye, lewma pêşdaçûna me li bereya cengê didome. 

Peskov herwiha got: Kîyev baş dizane Ûrsêt ji bo bidawîhanîna pevçûn çi dixwaze. Muzakireya derbara Ukraynê da hatîye sekinandin û ti pêşnîyar u despêşxerîyeke nû di vî warî da tineye.