Ûrsêt: Em dê bi Îranê ra ji bo nehîştina zextên boykotan hewil bidin
Berdevka Wezareta karên Derve ya Ûrsêtê amajeyî zextên aborî yên Amerîkayê dijî Îranê kir u pêgirî kir ku Moskow u Têhran yê bi welatên din ên têkildar ra ji bo nehîştina zextên boykotan ser peywendîyên navdewletî hewil bidin.
Marîya Zaxarovayê di civîneke çapemenîyê da derbara boykotên vê dawîyên Amerîkayê yên dijî Îranê da got: Ûrsêt bi awayekî teqil sepandina yekalî, neqanûnî u zorbêjane ku berovajî menşûra NY ne, ret dike.
Wê herwiha got: Em dê bi hevkarên xwe yên îranî u welatên din ên têkildar ra ji bo sekinîna himberî vê kiryara neqanûnî hevaheng bin u tev welatên hevfikr, hewlên ji bo nehîştina zexta boykotan ser pergala navndewletî bidomînin.
Berdevka Wezareta karên Derve ya Ûrsêtê herwiha got: Sepandina neqanûnî ya boykotên yekalî ji mêj va ye ku boye emrazek ji bo tolhilanînê u cezakirina welatên ku ne bi dilê pergala rojavayî ne.