Lehîyeke mirinbar Nepal da ber; herîkêm 900 candayî u bêseruşûn hene
Di encama rabûna lehîyeke giran, lêmişt u qelişîna erdê da li navçeyên ser sînorê Nepal u Tibetê nêzî 800 kes bêseruşûn bûne u zêde ji 100 kesî jî can daye.
Di encama lehîya giran da ku ji Tibetê va dest pê bû u duh jî navenda Nepalê da ber xwe, zêe ji 100 kesî can daye u nêzî 800 kes j iwan 80 hêzên emnî jî bêseruşûn bûne.
Lehîyê gund u şar dan ber xwe u pire herrifandin u zîyan gîhand proje u binesazîyên berhemanîna ceryanê ya bi rêya avê. Rayedarên Nepalê ragihandin ku meytê 100 kesî hatîye peydakirin u u nêzî 500 kes li vî welatî bêseruşûn bûne.
Dayra Şopandina Rewşa Hewayê ya Nepalê jî ragihand ku vê lehîyê bayê herîkêm milyardek u 300 milyon dolarî zîyan gîhandîye binesazîyên vî welatî ku para zêde ya xisarê jî li cade u pira ketîye.