Pêhişyariya Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê li bara belavbûna Êbolayê di cîhanê de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i359752-pêhişyariya_rêxistina_cîhanî_ya_tendirustiyê_li_bara_belavbûna_Êbolayê_di_cîhanê_de
Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê pêhişyarî da, belavbûna Êbolayê di Komara Dêmokratîk a Kongoyê de ji kontrolê derketiye û xetera veguherîna wê li vegirbûna herî mirinbar a Êbolayê li cîhanê zêde bûye.
(last modified 2026-08-20T14:25:39+00:00 )
Tebax 20, 2026 16:46 Asia/Tehran
  • Pêhişyariya Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê li bara belavbûna Êbolayê di cîhanê de

Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê pêhişyarî da, belavbûna Êbolayê di Komara Dêmokratîk a Kongoyê de ji kontrolê derketiye û xetera veguherîna wê li vegirbûna herî mirinbar a Êbolayê li cîhanê zêde bûye.

Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê ragihand heta heftiya buhurî zêde ji 5 hezar babetên tûşbûna vebirr û 2 hezar û 378 mirin di 55 navçeyên tendirustiyê ji 6 parêzgehên vî welatî hatine tomarkirin. Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê dibêje eva belavbûna herî mezin a Êbolayê li Kongoyê û duyemîn balavbûna mezin a nexweşiyê di cîhanê de ye û hîna nîşaneke zelal ji kêmbûna veguhestinê nayê dîtin.

Navenda Kontrolkirin  û pêşîlêgirtina ji Nexweşiyên Afrîqayê jî pêhişyarî  daye ku ev nexweşiya heta nika her 30 xuleka kesekî dikuje û eger ku neyê kontrolkirin dikare belavbûna herî mirinbar di cîhanê de be.