Gotûbêjên Pakistanê ji bo beşdariya di bernameya balafira niwşa pêncan a Tirkiyê de
Çavkaniyên ewlehiyê û yên nêzîkî Artêşa Pakistanê basa destpêkirina gotûbêjên fermî yên di navbera Îslamabad û Enqerê de ji bo beşdariya Pakistanê di bernameya balafira niwşa pêncan a KAAN a Tirkiyê de kirin
Anegorî van agahiyan Eger ku hevhatin bigihîje encamê Pakistan dikare veguhere yek ji şirîkên sereke yên di pêvajoya geşepêdan, berhemanîna hevpar û veguhestina teknolojiya balafira cenghê ya KAAN`ê.
Çavkaniyên ewlehiyê herwiha ragihandine ku nêzî 200 endazyar û pisporên pakistanî ji hêza hewayî û pişkên têkildar nika li Tirkiyê beşdariya projeya geşepêdana vê balafirê dikin.
Beşdariya Pakistanê di vê pirojeyê de di halekî da ye ku hevkariyên berevaniyê yên di navbera Pakistan û Tirkiyê de di van salên buhurî de zêde bûne û her du welat peymaneke sêalî ya berevaniyê bi amadebûna Erebistanê wajo kirine.