Birêzîl wê teslîmî zextên Amerîkayê nebe
Tîrmeh 17, 2026 12:18 Asia/Tehran
Serokomarê Birêzîlê wek berteka li hember karên bi dijminatî yên nû yên Waşîngtonê dijî vî welatî, ragihand: Welatê wî dê teslîmî zexta Koşka Sipî nebe û wê serpişkiyan nede Amerîkayê.
Lûla Da Sîlwa di peyamekî li tora civakî de nivîsî: Bêguman Birêzîl wê bona hakimiyeta xwe têbikoşe. Ev gotin piştî wê hatin weşandin ku Amerîkayê ragihand ku ji 22`ê Tîrmehê ve dê li ser hin pişkên derkirrîna Birêzîlê teirifeya sedî 25`ê bisepîne. Serokomarê Birêzîlê ji bilî şermezarkirina vî karê Amerîkayê pêhişyarî daye ku wê demlidest tola vî yekî hilîne.