Pêla germayê li Ewropayê berdewam e
Hezîran 24, 2026 16:42 Asia/Tehran
Pêla germaya giran li rojavayê Ewropayê hema wisa didome.
Di germegerma pêla germaya giran li rojavayê Ewropayê ku ev çend roj in berdewam e, karebayê bakûrê Fransayê hatiye birrîn. Li bakûrê Fransayê piştî qewimîna bûyereke transformatorê, karebayê bi dehan hezar malbatî qut bû. Germahiya bêmînak herwiha bûye sebeba alozîderketinê di pergala veguhestinê, betalbûna dibistanan û zêdebûna hişyariyên têkildarî tenduristiyê. Rayedarên fransî ragihandine ku, ev qutbûn têkildarî zexta ji ber şert û mercên keşûhewayê yên giran bûye û ji ber wê ti ziyan û zirareke canî çê nebûye.
Serepeyv