Pîrozkirina salvegera serkeftina Şoreşa Îslamî li welatên curbicur
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i358308-pîrozkirina_salvegera_serkeftina_Şoreşa_Îslamî_li_welatên_curbicur
Hevdem li gel 22`ê Behmenê, salvegera serkeftina Şoreşa Îslamî li welatên curbicur yên cîhanê merasimên rêzgirtina li vê rojê hatin lidarxistin.
(last modified 2026-02-11T13:30:39+00:00 )
Sibat 11, 2026 14:32 Asia/Tehran

Hevdem li gel 22`ê Behmenê, salvegera serkeftina Şoreşa Îslamî li welatên curbicur yên cîhanê merasimên rêzgirtina li vê rojê hatin lidarxistin.

Bi sedan kes ji xelkê Hindistanê li bajarê Kargîl û bajarê Serîngerê  bi lidarxistina  merasima Yewmullahê, 47`emîn salvegera serkeftina Şoreşa Îslamî ya Îranê pîroz kirin.

 Di vê kombûnê de, meşvanan dirûşmeyên wekî Ellahuekber, Ebolfezlê Alahilgir, Destê Xwedê li ser me , Xamineyî rêberê me qîriyan .

 Xelkê di vê merasimê de bi nîşandayîna hestên xwe yên olî û baweriya xwe, salvegera Şoreşa Îslamî pîroz kirin.

 Her wiha, şareza û nûnerên partiyên siyasî li Silêmanî, Enqere, Beyrût, Kualalumpur, Malizya, Oganda, Bûdapêst, Hangariya û Berlînê û çend bajarên din beşdarî merasimên fermî yên nûnertiyên Îranê li wan bajaran bûn.

Antonyo Gotêrêş, Sekreterê Giştî yê NY di peyamekê de 47 emîn salvegera serkeftina Şoreşa Îslamî li gel û hikûmeta Îranê pîroz kir.

Wezîrên karên derve yên welatên curbicur ên cîhanê ji wan Tirkiye, Pakistan û Hindistanê di hin peyaman de salvegera serkeftina Şoreşa Îslamî li gel û hikûmeta Îranê pîroz kirin.

Serokkomarê Azerbaycanê, Serokê Konseya Federasyonê ya Rûsiyê, Serokkomarê Bilarûsê, Hizbullaha Lubnanê û Serokê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê jî 47`emîn salvegera serkeftina Şoreşa Îslamî li gel û hikûmeta Îranê pîroz kirin û tekezî li ser geşatiya têkiliyan bi Komara Îslamî ya Îranê re di hemû waran de kirin.