Berdewambûna greva pizişkan li Ingilîsê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i357098-berdewambûna_greva_pizişkan_li_ingilîsê
Li Ingilîsê bi hezaran pizişk greveke pênc rojî ji roja înîyê va dest pê kirine.
(last modified 2025-11-16T12:56:52+00:00 )
Tesrîn 16, 2025 15:24 Asia/Tehran
  • Berdewambûna greva pizişkan li Ingilîsê

Li Ingilîsê bi hezaran pizişk greveke pênc rojî ji roja înîyê va dest pê kirine.

Li Ingilîsê pizişkan ji bo cara sêzdan ji sala 2023yê va wek berteka himber kêmbûna destmizê û qeyrana kêmbûna babetên perwerdê li pergala dermankirinê ya vî welatî dest bi grevê kirine. Wezîrê tenduristîyê yê Ingilîsê ev greva, nimayişeke sîyasî bi nav kirîye, lê Yekitîya Pizişkan pêgirîyê dike ku ji bo ku pizişkan şîyana rastî ya kirrînê hebin, pêwîst destmiza wan sedî 26 were zêdekirin. Rikeberîya giran a ji bo bidestxistina kar u postên perwerdê jî bûye sebeb ku gellek pizişk bêkar bimînin.