Hêrsbûn û vêzariya giştî ji ber sefera Trump a Îngilîsê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i356217-hêrsbûn_û_vêzariya_giştî_ji_ber_sefera_trump_a_Îngilîsê
Hevdem ligel sefera Donald Trump a Îngilîsê xwepêşandanên berfireh dijî wî hatin lidarxistin û xelkê hêrsbûn û vêzariya xwe nîşan dan.
(last modified 2025-09-17T12:02:29+00:00 )
Îlon 17, 2025 15:35 Asia/Tehran
  • Hêrsbûn û vêzariya giştî ji ber sefera Trump a Îngilîsê

Hevdem ligel sefera Donald Trump a Îngilîsê xwepêşandanên berfireh dijî wî hatin lidarxistin û xelkê hêrsbûn û vêzariya xwe nîşan dan.

Zêdetirî 50 rêxistinên gelanî û sivîl li Îngilîsê tekez kirin ku li her derê ku Trump lê be, dê qîrînên hêrs û nerazîbûna gel dijî wî û siyasetên wî, bi taybet li hember Filistînê jî dê bilind bibin. Welatiyên inglîzî dibêjin: Taybetmendiya herî girîng a Trump alîkariya bo Rejîma Siyonîst  bona jinavbirina Filistînê  û piştgiriya ji Netanyahu di kuştina zêdetir a filistîniyan da ye. Hejmarek ji siyasetmedarên inglîzî ji wan Êd Dêyvî, Rêberê Partiya Demokrat a Inglîzê û Mîşêl Onîl Serokwezîra Îrlanda Bakur, bal kişandin ser karesatên li Xezzeyê û ragihandin ku wan mêvandariya şîvê ya paşatiyê ya bi amadebûna Trump boykot kirine.