YEyê gefa boykotan li Rejîma Siyonîst xwar
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i356114-yeyê_gefa_boykotan_li_rejîma_siyonîst_xwar
Seroka Komîsyona Ewropayê, tevî ku bertek nîşanî qeyrana Xezzeyê da, gefa sepandina boykotê û rawestandina piştgiriya xwe ya dualî ji vê rejîmê xwar.
(last modified 2025-09-10T12:54:08+00:00 )
Îlon 10, 2025 14:45 Asia/Tehran
  • YEyê gefa boykotan li Rejîma Siyonîst xwar

Seroka Komîsyona Ewropayê, tevî ku bertek nîşanî qeyrana Xezzeyê da, gefa sepandina boykotê û rawestandina piştgiriya xwe ya dualî ji vê rejîmê xwar.

Ursula Fonder Leyenê tekez kir ku nabe birçîbûn û xelaya enqest li Xezzeyê bibe amûrek jibo şêr. Fonder Leyenê banga rawestandina bilez a êriş û kiryarên Rejîma Siyonîst kir û got: Tiştê ku li Xezzeyê diqewime wijdanê cîhanê hejandiye.Fonder Leyenê her wiha diyar kir ku YEyê dê piştgiriya xwe ya dualî ji Rejîma Siyonîst rawestîne û dê pêşniyar bike ku boykot ser wezîrên tundrew ên vê rejîmê werin sepandin. Wê her wiha ragihand ku ew dê mesela rawestandina qismî ya rêkeftinama hevkariya bazirganiyê bi Rejîma Siyonîst re hilkole.