120 xwefirên Ûkraynê li Rûsiyê hatin jordaxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i355225-120_xwefirên_Ûkraynê_li_rûsiyê_hatin_jordaxistin
Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê ragihand ku şeva buhurî 120 xwefirên Ûkraynê jorda xistine.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Tîrmeh 06, 2025 12:43 Asia/Tehran
  • 120 xwefirên Ûkraynê li Rûsiyê hatin jordaxistin

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê ragihand ku şeva buhurî 120 xwefirên Ûkraynê jorda xistine.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê ragihand: Bajarokê Padobnoyê li Donêtskê û bajarokê Sobolfkayê li navçeya Xarkiyêfê li rojhilata Ûkraynê jî azad kiriye. Vê wezaretxaneyê herwiha basa têkşikandina sê belemên Ûkraynê li Deryaya Reş kir.

Hêza Hewayî ya Ûkraynê jî îdia  kir ku 117 xwefir ji 157 xwefirên Rûsiyê ku şeva buhurî êrişî navçeyên curbicur ên Ûkraynê kirin, jorda xistine.