Dewama muzakireyên Îran û Amerîkayê girîng e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i354965-dewama_muzakireyên_Îran_û_amerîkayê_girîng_e
Serêvebirê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê dewama muzakireyên nerasterast ên navokî di navbera Îran û Amerîkayê de girîng nirxand.
(last modified 2025-06-03T12:00:40+00:00 )
Hezîran 03, 2025 12:24 Asia/Tehran
  • Dewama muzakireyên Îran û Amerîkayê girîng e

Serêvebirê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê dewama muzakireyên nerasterast ên navokî di navbera Îran û Amerîkayê de girîng nirxand.

Rafaêl Girûsî li ser pêvajoya muzakireyên di navbera Îran û Amerîkayê de got: Eva girîng e ku muzakire tên lidarxistin û vîna siyasî ya pêwîst ji hêla her du aliyan ve jî bo gihîştina li hevhatinê heye û her çend gihîştina li hevhatinê dijwar e lê pêkan e. Îranê hertim pêgîrî kiriye ku hevkariya xwe ya bi Ajansê re di çarçoveya hevhatinameya giştalî ya Parastinê de didomîne û mijarên mayî yên parastinê jî bi nêhêrîna pirofêşnal û bêyî alîgîriya ji aliyê Ajansê ve tên çareserkirin.