Hişyariya Çînê bo Amerîkayê: Yekalîbûnê encamên giran heye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i354948-hişyariya_Çînê_bo_amerîkayê_yekalîbûnê_encamên_giran_heye
Wezareta Bazirganiyê ya Çînê li bersiva tawanên Amerîkayê derheq binpêkirina peymana tarîfeyê ya Jinêvê, ev îdia bêbingeh bi nav kir û hişyarî da ku dewama kiryarên yekalî ên Waşingtonê dikare dûhatên wê yên giran hebin.
(last modified 2025-06-02T11:50:29+00:00 )
Hezîran 02, 2025 12:52 Asia/Tehran
  • Hişyariya Çînê bo Amerîkayê: Yekalîbûnê encamên giran heye

Wezareta Bazirganiyê ya Çînê li bersiva tawanên Amerîkayê derheq binpêkirina peymana tarîfeyê ya Jinêvê, ev îdia bêbingeh bi nav kir û hişyarî da ku dewama kiryarên yekalî ên Waşingtonê dikare dûhatên wê yên giran hebin.

Wezareta Bazirganiyê ya Çînê di daxuyaniyekê de, kiryarên vê dawiyê yên Waşingtonê, yên mîna sînordarkirina hinardekirina  IC yên hişê çêkirî, nermalavên dîzaynkirina IC yê û betalkirina vîzeyên xwendekarên Çînî, wekî reftarên duberekane bi nav kir û hişyarî da ku heke ev reftar berdewam bike, ew ê  kiryarên cidî û vebirr ji bo berevaniya  ji  mafên xwe yên rewa hebe.

Wezîrê Bazirganiyê yê Amerîkayê Piken bi sistiya li cihanîna peymana kêmkirina tarîfeyê ya 90 rojî tawanbar kir.

Wezareta Bazirganiyê ya Çînê tekez kir ku Waşingtonê bi hilêxistina  tawanên sexte ev peyman xera kiriye.

Piştî vê aloziyê, borsa Hong Kongê vê sibê sedî 2 daket.