Zêdebûna hejmara qurbaniyên erdheja Miyanmarê ji 8 hezarî zêdetir bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i354103-zêdebûna_hejmara_qurbaniyên_erdheja_miyanmarê_ji_8_hezarî_zêdetir_bû
Hejmara kuştî û birîndarên erdheja giran a Miyanmarê ji 8 hezar û 200 kes derbas bû.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Nîsan 05, 2025 13:20 Asia/Tehran
  • Zêdebûna hejmara qurbaniyên erdheja Miyanmarê ji 8 hezarî zêdetir bû

Hejmara kuştî û birîndarên erdheja giran a Miyanmarê ji 8 hezar û 200 kes derbas bû.

Medyaya nûçeyan a Miyanmarê îro ragihand ku hejmara qurbaniyên erdheja 7.7 rîşterî li vî welatî gihîştiye 3 hezar û 354 kesan û heta niha 4 hezar û 850 welatiyên Miyanmarê di vê bûyerê de birîndar bûne û 220 kes jî  bê ser û şûn bûne.

Piştî erdheja 7.7 rîşterî li Miyanmarê, hikûmeta leşkerî ya vî welatî rewşa awarte ragihand û daxwaza alîkariyê ji civaka navdewletî kir.

Miyanmar bi hinceta cudaxwaziyê di navbera artêşa vî welatî û komeke welatiyan de rastî şerê navxweyî hatiye.