Biryarnameya Amerîkayê bona bidawîanîna şerê Ûkraynê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i353548-biryarnameya_amerîkayê_bona_bidawîanîna_şerê_Ûkraynê
Biryarnameya ku Amerîkarê ji bo bidawîanîna şerrê Ûkraynê pêşniyar kiribû, di Konseya ewlehiyê de hat pejirandin.
(last modified 2025-02-25T11:48:12+00:00 )
Sibat 25, 2025 14:40 Asia/Tehran
  • Biryarnameya Amerîkayê bona bidawîanîna şerê Ûkraynê

Biryarnameya ku Amerîkarê ji bo bidawîanîna şerrê Ûkraynê pêşniyar kiribû, di Konseya ewlehiyê de hat pejirandin.

Di vê biryarnameyê de li ser pêwîstiya bidawîanîna lezgîn a pevçûnên di navbera Rûsiye û Ûkraynê de û dabînkirina aştiya mayinde di navbera her du welatan de hatiye pêgîrîkirin. Di vê raporê de hatiye pêgîrîkirin ku biryarnameya ku Ameîrkayê li Ûkraynê pêşniyar kiriye, hema bi şiklê xwe yê sereke û bêyî devojeniya dijî Rûsiyê, hatiye pejirandin. Biryarnameya hanê bi 10 dengên Erê û 5 dengê Bêalî hat pejirandin. Vasîlî Nêbênziya, nûnerê Rûsiyê li NY gotiye: Moskoyê biryarnameya ku Amerîkayê li ser qeyrana Ûkraynê pêşniyar kiriye, destpêşxeriyeka mantiqî û pêngavek di rêya rast de dizane.