Rûsiye: Ukraynê zêdetirî 800 leşkerên din jî ji dest dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i352993-rûsiye_ukraynê_zêdetirî_800_leşkerên_din_jî_ji_dest_dan
Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê dawîn amara kuştî û birîndarên artêşa Ukraynê ragehand.
(last modified 2025-01-18T10:59:39+00:00 )
Çile 18, 2025 15:20 Asia/Tehran
  • Rûsiye: Ukraynê zêdetirî 800 leşkerên din jî ji dest dan

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê dawîn amara kuştî û birîndarên artêşa Ukraynê ragehand.

Wezareta  Berevaniyê ya Rûsiyê îro ragihand ku artêşa Ukraynê di encama  pevçûnên li herêma operasyonê ya koma şer a Zapadê de zêdetirî 470 leşkerên xwe ji dest dan.

 Di encama pevçûna li  navçeya di bin berpirsyariya komên şer ên Denper û Sêyvîr  ên Rûsyê de, 95 leşkerên Ukraynê hatin kuştin û birîndarkirin.

Artêşa Ukraynê her wiha nêzîkî 245 leşkerên xwe  li navçeya oerasyonê ya Koma Şer a Yûgê  ji dest da.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê ragihand ku sîstema berevaniya hewayî ya Rûsiyê 83 xwefirên Ukraynê xistine xwarê.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê her wiha derbarê êrişa serketî ser teşkîlata  pîşesaziya berevaniya Ukraynê agahî da.