Xwenîşandana japoniyan li dijî leşkerên amerîkî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i352491-xwenîşandana_japoniyan_li_dijî_leşkerên_amerîkî
Xelkê Japonê ku ji ber hebûna hêzên amerîkî li welatê xwe ziyaneke mezin dîtine, li dijî şîdeta cinsî ya leşkerên Amerîkayê xwenîaşndan li dar xistin.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Kanûn 14, 2024 14:10 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana japoniyan li dijî leşkerên amerîkî

Xelkê Japonê ku ji ber hebûna hêzên amerîkî li welatê xwe ziyaneke mezin dîtine, li dijî şîdeta cinsî ya leşkerên Amerîkayê xwenîaşndan li dar xistin.

Bi sedan welatiyên Japonî li ber avahiya  Wezareta Derve ya welatê xwe li  bajarê Tokyoyê li himberî şîdeta zayendî ya  leşkerên amerîkî bertek nîşan dan û xwenîşandan kirin.

Roja Înê, Dadgeha Navçeya Naha  jibo leşkerekî Hêza Hewayî ya Amerîkayê ji ber revandin û heqareta zayendî li keçeke bin 16 salan a japonî li  Okînavayê li   Kanûna 2023an de, 5 salan zindan birrî.

Xelkê nerazî li bajarê Tokyo ragehandin ku pênc salan zîndan ji bo leşkerekî amerîkî pêka êşa ku keçikê kişandiye pir hindik e.