Rexneya nunera parlemaدa Fenlandê ji siyaseta Helsînkî li himber Xezeyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i350444-rexneya_nunera_parlemaدa_fenlandê_ji_siyaseta_helsînkî_li_himber_xezeyê
Cîgira serokê Partiya Sosyal Demokrat (SDP) û nunera parlemana Fenlandê bi tundî şêwaza birêvebirina şerê hovane yê Îsraîlê li dijî Xezeyê rexne kir û hikûmeta wî welatî bi devojeniyên pûç û bê armanc tawanbar kir.
(last modified 2024-08-14T03:03:35+00:00 )
Tebax 14, 2024 06:16 Asia/Tehran
  • Rexneya nunera parlemaدa Fenlandê ji siyaseta Helsînkî li himber Xezeyê

Cîgira serokê Partiya Sosyal Demokrat (SDP) û nunera parlemana Fenlandê bi tundî şêwaza birêvebirina şerê hovane yê Îsraîlê li dijî Xezeyê rexne kir û hikûmeta wî welatî bi devojeniyên pûç û bê armanc tawanbar kir.

Nesîme Rezmyar, endama parlemana vî welatî li bakûra Ewrûpayê,  hikûmeta Fenlandê ji ber dayîan dengê bêalî bo biryarnameya Civata Giştî yaNY ku daxwaza agirbesê û rawestandina piştevaniya ji  Ajansa Alîkarî û xebatê bo Awareyên  Filistînî  UNRWAyê  kiribû şermezar kir.û got: Ji wê demê ve, Fenlandê  tiştek  ji bilî hêviyek ne zelal  û sergirtî  ji bo bidawîhatina şerê Xezeyê nekir û i karekî taybet ji bo pêkanîna aştiyê an berpirsiyarzanîna her du aliyan nekiriye. 

Rezmyarê her wiha dilnigeraniya xwe ya kûr ji cinayetên Rejîma Israîlê li dijî filistîniyan û xemsariya civaka navneteweyî nîşan da û got: Ev durûtiyek e ku hikûmeta Fenlandê bi  aliyekê re ku jînosaydê pêk tîne di bazirganiya çek û sîlehan de  hevkariyê bike.Wê di halkeê de ku ji hikûmeta Fenlandê wxest ku piştgiriyê bide boykotên bazirganî li dijî Îsraîlê got ku  kok û mahiyeta cinayetên Rejîam  Siyonîst eşkere bûye û hikûmeta Fenlandê êdî nikare  di vê barê de hincetan bîne. Rezmyarê got: Birçîtiya giran û xoliya bajarên  bombebarankirî, wesifkirina  van tiştan zehmet e.