Cezayirê daxwaza cihanîna biryarnama Konseya Ewlehiyê jibo bo agirbesa li Xezeyê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i350443-cezayirê_daxwaza_cihanîna_biryarnama_konseya_ewlehiyê_jibo_bo_agirbesa_li_xezeyê_kir
Emmar Bin Came, balyoz û nûnerê Cezayirê li NY bi şermezarkirina êrişa Israîlê ser dibistana Tabirînê daxwaza cihanîna biryarnama Konseya Ewlehiyê ya NY jibo pêkanîna agirbesê li Xezeyê kir.
(last modified 2024-08-14T02:46:42+00:00 )
Tebax 14, 2024 06:01 Asia/Tehran
  • Cezayirê daxwaza cihanîna biryarnama Konseya Ewlehiyê jibo bo agirbesa li Xezeyê kir

Emmar Bin Came, balyoz û nûnerê Cezayirê li NY bi şermezarkirina êrişa Israîlê ser dibistana Tabirînê daxwaza cihanîna biryarnama Konseya Ewlehiyê ya NY jibo pêkanîna agirbesê li Xezeyê kir.

Emar Bin Came, balyoz û nûnerê Cezayirê li NYdi civîna Konseya Ewlehiyê derbarê  Xezayê û bombebarankirina dibistana Tabiînê  ji aliyê Îsraîlê ve got: Îsraîl biryarnama  vê konseyê  derbarê agirbesa bilez li Zîvala Xezeyê  cih nayne. Balyozê  Cezayirê li NY tekez kir:Em cardinê piştgiriya xwe ji hewildanên navbeynkariyê yên Misir, Qeter û Amerîkayê bo pêkanîna agirbesê li Xezeyê radigehînin . Divê biryarnama Konseya Ewlehiyê bo agirbesa li Xezeyê zû were cihanîn. Lê hêzên dagirker ên Îsraîlê ev biryarnama agirbesa li Xezeyê binpê kirin.

Wî got: Berpirsiyariya Konseya Ewlehiyê  şopandina sedema sereke ya meseleya Filistînê yanê  dagirkirina neqanûnî ya erdên  Filistînê ye. Wî got:

 Komkujiya hovane  li Hey El-Dercê û komkujiyên berê bêyî alîkariyên aborî û leşkerî yên ji bo  destdirêjkerên Îsraîlê pêk nedihat. Dagirkerên Îsraîlî dibistaneke ku cihê sitara  bi sedan malbatên aware yên  filistînî bû, kirin hedef.