Gellek welatên cîhanê amade ne bi Ûrsêtê ra hevkarîyê bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i348770-gellek_welatên_cîhanê_amade_ne_bi_Ûrsêtê_ra_hevkarîyê_bikin
Balyozê Ûrsêtê yê Waşîngtonê got: Pirranîya cîhanê tevlî boykotên dijî Ûrsêtê nabin û amade ne ku hevkarîyeke geş bi Moskowê ra bikin.
(last modified 2024-08-16T10:39:30+00:00 )
Hezîran 13, 2024 14:03 Asia/Tehran
  • Gellek welatên cîhanê amade ne bi Ûrsêtê ra hevkarîyê bikin

Balyozê Ûrsêtê yê Waşîngtonê got: Pirranîya cîhanê tevlî boykotên dijî Ûrsêtê nabin û amade ne ku hevkarîyeke geş bi Moskowê ra bikin.

Anatolî Antonov Balyozê Ûrsêtê yê Waşîngtonêragihand ku gellek welatên cîhanê hez dikin bi Ûrsêtê ra hevkarîyê bikin.

Balyozê Ûrsêtê yê Waşîngtonê herwiha got: Pirranîya cîhanê tevlî boykotên dijî Ûrsêtê nabin û amade ne ku hevkarîyeke geş bi Moskowê ra bikin.

Anatolî Antonov di dewamê da got: Moskow yê himberî boykotên nû yên ku Amerîkayê sepandîye, bersivê bide.

Marîya Zaxarova Berdevka Wezareta karên Derve ya Ûrsêtê jî duh wek berteka himberî boykotên nû ku Waşîngtonê ser Moskowê da sepand, di daxûyanîyek êda ragihand ku Moskow yê wî karî bê bersiv nehêle.