Êrişa artêşa Ûkraynê ser navçeya Bêlgirûd a Rûsiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i348396-Êrişa_artêşa_Ûkraynê_ser_navçeya_bêlgirûd_a_rûsiyê
Rayedarên xwecihî ragihandin ku di encama êrişa artêşa Ûkraynê ser navçeya Bilgirûdê da 4 kes hatine kuştin.
(last modified 2024-08-16T10:39:30+00:00 )
May 26, 2024 14:32 Asia/Tehran
  • Êrişa artêşa Ûkraynê ser navçeya Bêlgirûd a Rûsiyê

Rayedarên xwecihî ragihandin ku di encama êrişa artêşa Ûkraynê ser navçeya Bilgirûdê da 4 kes hatine kuştin.

Vîçêslav Giladkov, parêzgarê navçeya Bilgorûdê ragihand ku piştî êrîşa hêzên Ukraynê ser gundê Oktiyabirêskiyê, çend mal şewitîn û li gorî zanyariyên destpêkê herî kêm 4 kes hatin kuştin. Di vê bûyerê de 10 kesên din jî birîndar bûn.

Hate gotin ku di vê êrîşê de 21 malên din jî zirar dîtine û 23 otomobîl jî ketine ber pirtiyên madeyên teqandinê. Hêzên ûris îro danê sibê ragihandin ku wan êrîşeke asmanî ya mezin dijî Ukraynê pêk anîne û di encamê de li gelek deveran teqîn çêbûne û herîkêm 3 kes birîndar bûn.