Polonya: Hêzên NATOyê her niha jî li Ukraynê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i348085-polonya_hêzên_natoyê_her_niha_jî_li_ukraynê_ne
Serokwezîrê Polonyayê got: NATO îro bi qasî ku dikare alîkariya Ukraynê dike.
(last modified 2024-05-10T04:06:58+00:00 )
May 10, 2024 07:31 Asia/Tehran
  • Polonya: Hêzên NATOyê her niha jî li Ukraynê ne

Serokwezîrê Polonyayê got: NATO îro bi qasî ku dikare alîkariya Ukraynê dike.

Donald Task diyar kir ku bêyî alîkariya NATO'yê Ukraynê nedikarî xwe li hemberî Rûsiyê bo mideheke dirêj  biparêze û got: Hêzên NATO'yêb he niha jî li Ûkraynê ne  ku weke hêzên teknîkî alîkariya Ukrayniyan dikin, lê NATO naxwaze rasterastdestwerdanê li şerê bi Rûsiyê re bike.Serokwezîrê Polonyayê her wiha got: Hemû cîhan ji viya  ditirse ku  ger rûbirûbûna rasterast di navbera NATO û Rûsyayê de pêk were, şerekî navokî destpê bike.Sekreterê Giştî yê NATOyê Yens Stoltenberg beriya niha gotibû NATO hêzên xwe naşîne Ûkraynê û  got: Kîyêvê jî heta niha daxwazeke wiha nexistiye rojevê.