Zêdetirî 15 miliyon kes li Inglîzê di bin Hêla Belengaziyê da ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i342622-zêdetirî_15_miliyon_kes_li_inglîzê_di_bin_hêla_belengaziyê_da_ne
Li Inglîzê hema bêje ji çar kesan kesek yanî nêzikî 15 milyon kes di bin Hêla Belengaziyê da ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 21, 2023 13:50 Asia/Tehran
  • Zêdetirî 15 miliyon kes li Inglîzê di bin Hêla Belengaziyê da ne

Li Inglîzê hema bêje ji çar kesan kesek yanî nêzikî 15 milyon kes di bin Hêla Belengaziyê da ne.

Televîzyona Deutsche Welle'yê di raporekê da bal kişande ser jordaçûna asta belengaziyê li Inglîzê û pirsgirêkên civakî li vî welatî û ragihand, Xercên zêde yên enerjiyê û asta bilind a enflasyonê kêşeyên civakî li vî welatî pêk anîne.

Bi miliyonan kes nikarin fatûreyên xwe bidin, her çend ku bi dijwarî kar dikin.

Belengazên ku kar dikin tenê ji bo ku debara jiyana xwe bikin, tên şixulandin.

Pergala Refahê li Inglîzê hildiweşe û sûd û feydeyên malbatî di heyama dehsaliya derbasbûyî da heta sedî 50 kêm bûne.