Li Sûdanê pevçûn tevî agirbesê didomin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i341031-li_sûdanê_pevçûn_tevî_agirbesê_didomin
Tevî ragihandina agirbesê li Sûdanê, pevçûn li derdora qesra serokomartîya vî welatî didomin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 01, 2023 04:20 Asia/Tehran
  • Li Sûdanê pevçûn tevî agirbesê didomin

Tevî ragihandina agirbesê li Sûdanê, pevçûn li derdora qesra serokomartîya vî welatî didomin.

 

Di halekî da ku çavkanîyên nûçeyan radigihînin ppevçûn li derdora qesra serokomartîya Sûdanê da didomin û çend gulle li çend herêmên derdora qesra serokomartîyê ketine, Artêşa vî welatî ragihand ku kesên yaxî û serhildêr ên endamê koma nasyar bi Hêza Berteka Lezgîn êrişî çepereke Artêşê li devera Cebel Ewlîyayê kirin ku pêrgî berxwedana hêzên Artêşê bûn.

Artêşa Sûdanê herwiha ragihand ku milîtanên Hêza Berteka Lezgîn ber bi balafireke Tirkîyê va ku dil hebû welatîyan ji Sûdanê veguhêze gulle avêtin.

Cîgirê Berdevkê NY Ferhan Heq jî ragihand ku di encama pevçûnên li Sûdanê da, heta nika nêzî 20 hezar sûdanî revîne welatê Çadê.

Bi dehan hezar sûdanî jî revîne welatên din ji wan Erebistanê.