Niştecihên devereke Amerîkayê ji bo bidestxistina avê êrişî dikana kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i340441-niştecihên_devereke_amerîkayê_ji_bo_bidestxistina_avê_êrişî_dikana_kirin
Piştî dapalîna jehrê nav çemeke eyaleta Pensîlvanîya ya Amerîkayê, niştecihên vê eyaletê ji bo kirrîna avê hicûmî dikana kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 28, 2023 12:31 Asia/Tehran
  • Niştecihên devereke Amerîkayê ji bo bidestxistina avê êrişî dikana kirin

Piştî dapalîna jehrê nav çemeke eyaleta Pensîlvanîya ya Amerîkayê, niştecihên vê eyaletê ji bo kirrîna avê hicûmî dikana kirin.

Dapalîna maddeyên jehravî nav çemê Delaware`yê li eyaleta Pensîlvanîyayê bû sedem ku ava vexwarinê ya zêde ji 2 milyon niştecihên vê eyaletê jehravî bibe.

Dîmen nîşan didin ku bi dû dapalîna maddeya kîmyewî ya Lateksê nav ava vexwarinê li eyaleta Pensîlvanîyayê, niştecihên vê eyaletê ji bo kirrîna avê hicûmî dikana kirine.

Berpirsên herêmî li eyaleta Pensîlvanîyayê gotine ku em nikarin sedî sedî dilnîya bin ew maddeyên kîmyewî tevlî avê nebûne, lewma em ji gel dixwazin ku ava debikan ji bo vexwarin û amadekirina xwarekê bi kar bînin.

Nêzî 2 milyon û 200 amerîkî ji şebekeya avê bêpar in.