Çîn: “Amerîka ser rêya hewildana welatan bo aşitiyê berbendan çêdike”
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i340370-Çîn_amerîka_ser_rêya_hewildana_welatan_bo_aşitiyê_berbendan_çêdike
Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Çînê got ku Amerîka berbenda sereke ser rêya pêkanîna aşitiyê di navbera Ukrayn û Rûsyayê de ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 25, 2023 11:13 Asia/Tehran
  • Çîn: “Amerîka ser rêya hewildana welatan bo aşitiyê berbendan çêdike”

Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Çînê got ku Amerîka berbenda sereke ser rêya pêkanîna aşitiyê di navbera Ukrayn û Rûsyayê de ye.

‘Mao Nîng’ Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê duh kiryara Amerîkayê li hember hewildana welatan bi pêkanîna aşitiyê di navbera Rûsyayê û Ukraynê de rexne kir û ev pirsa xist rojevê ku gelo Amerîka li dû çi ye?

‘Mao Nîng’ got: “Pikenê roleke kêrhatî di çareserkirina qeyrana Rûsyayê û Ukraynê de heye di halekî de ku Amerîka hema bi zêdekirna nakokiyan pêşiya hewilanên welatên din bo muzakireyên aşitiyê digire.”