Planên Welatên Rojavayî bona ku Rûsyayê bixin tecrîdê, tûşî işkestê hatin
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê got: “Hewldanên Welatên Rojavayî bona ku Rûsyayê li cîhanê bixin rewşa tecrîdê, yê tûşî işkestê bên.”
Sergey Lavrov, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê got: “Hewildana Welatên Rojavayî bona dasepandina qanûnên xwe ser welatên din, ku dixweze li gor wê sîstemeke alîgirê rojava pêk bîne û wê biparêze, tam bêhûde ye, di dawiyê yê ew plan tûşî işkestê bên.” Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê her wiha got: “Moskowayê kariye bi hevkariya piraniya welatan, planên Welatên Rojavayî bona ku Rûsyayê bixin tecrîdê, bêencam bike.”
Lavrov destnîşan kir: “Cîhan derbasî serdema guherînên dîrokî yên bêveger bûye. Me karî planên Welatên Rojavayî bona ku Rûsyayê bixin tecrîdê, bêencam bikin û hevkariya berdewam a bi piraniya teqil a endamên Civaka navneteweyî garantî bikin.”
Vladîmîr Pûtîn, Serokkomarê Rûsyayê jî pêştir gotibû ku siyaseta kontrolkirin û lawazkirina Rûsyayê, stratejiyeke demdirêj bo Welatên Rojavayî ye û boykotan derbeyerke cidî li hemî aboriya cîhanê xist.
Pûtîn bal kişand ser vê yekê ku armanca sereke ya Welatên Rojavayî ji kiryarên dijî Rûsyayê, girankirina pirsgirêkên jiyana bi milyonan mirovan e û teqez kir: Rûsya dikare li himber hemî van pirsgirêkên ku rojava jê re pêk tîne, raweste. Hevgav Serokwezîrê Ukraynê got, nemumkin e ku di sedsala bê de jî aşitî di navbera Moskowa û Kiyêvê de pêk were.
Wî her wiha got ku rawestandina demkî ya şêr ku vê dawyê Çînê xistiye rojevê û armanca wê jî girtina pêşiya xwînrêjiya zêdetir e, nayê qebûlkirin û tenha ser xêra Rûsyayê ye.
Karzan ser vê bawerê ne ku hikûmeta Ukraynê bin zexta Welatên Rojavayî û Amerîkayê, dijberê her cure pêşniyarekê têkildarî gotûbêja bi Rûsyayê re ye.