Çînê birra mûşekên xwe yên ûltrasonîk du beranber kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i339554-Çînê_birra_mûşekên_xwe_yên_ûltrasonîk_du_beranber_kir
Zanyariyên berevaniyê yên Çînê karîn bi bikaranîna teknolojiya nû, birra mûşekên ûltrasonîk ên vî welatî du beranber bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 15, 2023 17:01 Asia/Tehran
  • Çînê birra mûşekên xwe yên ûltrasonîk du beranber kir

Zanyariyên berevaniyê yên Çînê karîn bi bikaranîna teknolojiya nû, birra mûşekên ûltrasonîk ên vî welatî du beranber bikin.

Li gorî rapora ISNA'yê, Lêkolerên çînî dibêjin mûşekeke ûltrasonîk şê kirine ku dikare keştiyên şêrr ên balefirhilgir ên Amerîkayê ji nav bibe.

Li gorî vê raporê, Zanyarên çînî tevî amajeya bi vêya ku bi teknolojiya nûjen karîne asta karayîya ardûya mûşeka ûltrasonîk a vî welatî bigihînin sedî 79, ragihandin, bidestxistina teknolojiya nû li ser vê bingehê ye ku mûşekên ûltrasonîk teknolojiya nefeskişandinê bi kar tînin û dema ku leza mûşekê ji asta deng derbas dibe, ji bo zêdekirina rêya karayîyê di şewitandina ardûyê da, leza hewayê ku derbasî xizîneya şewitîna ardûyê dibe, heta rêjeya kêmtir ji leza deng dadikeve.

Li gorî gotina lêkolerên çînî, bi teknolojiya nû ya vî welatî birra mûşekên ûltrasonîk du beranber dibe.