Pakistanê sêyemîn yekîneya Hêzgeha Navokî ya “K-3”ê li Keraçiyê çalak kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i339231-pakistanê_sêyemîn_yekîneya_hêzgeha_navokî_ya_k_3_ê_li_keraçiyê_çalak_kir
Pakistanê sêyemîn yekîneya Hêzgeha Navokî ya bi navê “K-3”ê li bajarê Keraçiyê çalak kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 02, 2023 16:32 Asia/Tehran
  • Pakistanê sêyemîn yekîneya Hêzgeha Navokî ya “K-3”ê li Keraçiyê çalak kir

Pakistanê sêyemîn yekîneya Hêzgeha Navokî ya bi navê “K-3”ê li bajarê Keraçiyê çalak kir.

Pakistanê bi armanca lezandina çareserkirina qeyrana demdirêj a enêrjiyê li vî welatî, sêyemîn yekîneya Hêzgeha Atomî ya nûdamezirandî ya “K-3”ê li Keraçiyê çalak kir.

Li gorî rapora IRNA’yê ji zarê çavkaniyên feermî yên Pakistanê, Sêyemîn yekîneya Hêzgeha Atomî ya nûdamezirandî ya “K-3”yê ya vî welatî bi alîkariya Çînê hatiye çêkirin û dê qabiliyeta berhemanîna 1100 Megawatt ceryanê hebe.

Ev yekîneya nû ya berhemanîna ceryana navokî îro bi amadebûna “Şehbaz Şerîf”serokwezîrê Pakistanê, rayedarên çînî û hin berpirsên beşa atomî û stratejîk a Pakistanê li bajarê Keraçiyê hat vekirin.