Kirrofe û bahozê ziyaneke zehf li Georgia’ya Amerîkayê pêk anî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i338804-kirrofe_û_bahozê_ziyaneke_zehf_li_georgia’ya_amerîkayê_pêk_anî
 Ji ber kirrofe û bahoza giran li Georgia’ya (Corciya) Amerîkayê, banê gelek malan hirifiye û ziyaneke zêde li malên xelkê ketiye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 14, 2023 09:34 Asia/Tehran
  • Kirrofe û bahozê ziyaneke zehf li Georgia’ya Amerîkayê pêk anî

 Ji ber kirrofe û bahoza giran li Georgia’ya (Corciya) Amerîkayê, banê gelek malan hirifiye û ziyaneke zêde li malên xelkê ketiye.

 Giraniya bahoz û kirrofeyê ewqasî zêde ye ku  ziyaneke cidî li mal û milkên xelkê van navçeyan ketiye.

Rayedarên amerîkî ragihandin ku ji ber bahozê li eyaleta Alabamayê jî 8 kesan canê xwe ji dest daye.

 Heftiya buhurî jî, medyayên amerîkî ragihandin herî kêm 50 kesan li Amerîkayê ji ber kirrofe û bahozê canê xwe ji dest daye û cereyana  malên bi hezaran kesî li eyaleta New York’ê qut bûye.

 Par ji ber bahozên giran, şewatên li daristanan, bager û hişkesaliyê û kirrofeyên giran ên li zivistanê, bayê zêde ji 165 miliyar dolarî ziyan li vî welatî ketiye.

 Dayira Neteweyî ya Oqyanûs û Av û Hewayê ya Amerîkayê ragihand: Xisar û ziyanên bobelatên  têkildarî av û hewayê li berav û deştên li rexê çeman ku îmkana  rabûna lehiyê heye, zêde dibin.