Grevên di pişka tranzîta Brîtanyayê de ji nû ve dest pê bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i338634-grevên_di_pişka_tranzîta_brîtanyayê_de_ji_nû_ve_dest_pê_bûn
Nerizamendî û grevên li Brîtanyayê ji nû ve dest pê bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 05, 2023 15:20 Asia/Tehran
  •  Grevên di pişka tranzîta Brîtanyayê de ji nû ve dest pê bûn

Nerizamendî û grevên li Brîtanyayê ji nû ve dest pê bûn.

Li Brîtanyayê nêzî 40 hezar karkerên pişka tranzîta rêya hesin di çarçoveya Kompaniya Rêyl Nêtwork û 4 kompaniyên din bo mideha 4 rojan û li ser daxwaza Yekîtiya Neteweyî ya Karmendên pişkên tranzîta rêya hesin û deryayî yên vî welatî, grev li dar xistin.

Nerazîyan xwest ku zam were kontrolkirin û destmiz jî werin zêdekirin.Bi zêdebûna û giranbûna grevan li Brîtanyayê û daketina rêjeya geşbûna aboriyê di navçeyên Euro’yê da tê texmînkirin, bişûndamayîna aborî li Brîtanyayê wê heta sala 2024’an bidome.

Jordaçûna bêmînak a zamê û zêdebûna xercên jiyanê li Brîtanyayê, ev welata xistine rewşa herî nebaş a aborî a di 50 salên buhurî da.

Pirsgirêkên aborî û debara jiyanê li Brîtanyayê ewqasî giran in ku bi sedan hezar karkerên li karên giştî ji karmendên şebekeya rêya hesin bigire heta perestar û ajokarên ambûlansê bona nîşandayîna nerezamendiya xwe li hember rewşa heyî, di rojên dawîn ên sala 2022’an de grev li dar xistin û ev welata rastî greva herî mezin a di 30 salên vê dawiyê da ve anîn.