Bihaya niftê di asta cîhanê da careke din jorda çû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i338430-bihaya_niftê_di_asta_cîhanê_da_careke_din_jorda_çû
Bihaya niftê li bazarên cîhanî careke din jorda çû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 28, 2022 10:33 Asia/Tehran
  • Bihaya niftê di asta cîhanê da careke din jorda çû

Bihaya niftê li bazarên cîhanî careke din jorda çû.

Li gorî amara Malpera Oilprice’ê, bihaya her bermîl nifta xav a Brentê, duh ji bo radestkirina di meha Çilleyê da 68 sêntan jorda çû û rabû 80 dolar û 24 sêntan.

Bihaya her bermîl nifta xav a West Texas Intermediate’ê jî ji bo radestkirina di meha Çilleyê da 64 sêntan jorda çû û rabû 84 dolar û 56 sêntan.

Bihaya nifta OPEC’ê jî ji bo radestkirina di meha Çilleyê da dolarek û 78 sêntan jorda çû û rabû 81 dolar û 14 sêntan.

Çavdêr û şareza ser vê bawerê ne ku plana nû ya Çînê ji bo kêmkirina qedexeyên têkildarî koronayê, daketina asta nift û gaza ku li Amerîkayê tê derxistin ji ber sermayê û nîgeraniya ji ber daxistina asta nifta ku Rûsiye derdixe, ji hokarên jordaçûna bihaya niftê li cîhanê ne.