Bagera giran û Sirr û seqem li Amerîkayê; Rewşa awarte hat ragihandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i338393-bagera_giran_û_sirr_û_seqem_li_amerîkayê_rewşa_awarte_hat_ragihandin
Sirr û seqema giran, qerisîn û bagerê hemî 50 eyaletên Amerîkayê girtine ber xwe û li hin navçeyan hewa heta 40 pileyan bin sifir sartir bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 26, 2022 14:11 Asia/Tehran
  • Bagera giran û Sirr û seqem li Amerîkayê; Rewşa awarte hat ragihandin

Sirr û seqema giran, qerisîn û bagerê hemî 50 eyaletên Amerîkayê girtine ber xwe û li hin navçeyan hewa heta 40 pileyan bin sifir sartir bûye.

Di sê rojên derbasbûyî da ku gelê Amerîkayê xwe ji bo serdan û gerrên sala nû amade dikir, bagerên giran, sirr û seqem û qerisîna bêmînak, geştên asimanî li Amerîkayê tûşî kêşeyê anîne û heta vê demê li gorî raporan, bi hezaran geştên asimanî hatine betalkirin û pirranîya geştên ku pêk hatine jî bi derengî bûne.

Rêxistina Hewanasiyê ya Amerîkayê ragihand: Ev bagerên giran û sirr û seqema bêmînak, diyardeyeke kêmdîtî ya zivistanê ye ku her çend deh salan carekê diqewime.

Di sê rojên dawî da hejmara babetên qutbûna ceryana bikarêneran li seranserî Amerîkayê gihîşte sê miliyon û 500 hezarî.

Cadeyên navbera bajaran li eyaletên Amerîkayê di bin bagerên giran û qerisînê da ne. Li eyaleta Ohayoyê ji ber bager û qerisînê, zêdeyî 50 erebeyî bi awayê zincîrî li hev ketin û di encamê da 4 kesan canê xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn.