Hejmara hewcedarên xwarekê li Brîtanyayê jorda çûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i338069-hejmara_hewcedarên_xwarekê_li_brîtanyayê_jorda_çûye
Hejmara hewcedarên xwarekê û hejmara bankên xwarekê (navendên parvekirina xwarekê yên xêrxwaz) li Brîtanyayê gellekî jorda çûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 09, 2022 12:20 Asia/Tehran
  • Hejmara hewcedarên xwarekê li Brîtanyayê jorda çûye

Hejmara hewcedarên xwarekê û hejmara bankên xwarekê (navendên parvekirina xwarekê yên xêrxwaz) li Brîtanyayê gellekî jorda çûye.

Nika li Brîtanyayê hejmara navendên parvekirina xwarekê yên xêrxwaz ji xwaringehên McDonald'ê zêdetir bûye. Zama serhejîner û xercên giran ên jîyanê li Brîtanyayê bûne sebeb ku gel zêdetir ji berê hewcedarê navendên parvekirina xwarekê yên xêrxwaz bibin. Bi sarbûna hewa û hatina zivistanê jî ew navendên xêrxwazîyê hişyarîyê didin ku dê rewşa bi milyonan kesî xedartir bbie.

Navendên parvekirina xwarekê yên xêrxwaz li Brîtanyayê van rojana ku bihaya ardû û xwarekê jorda çûye, zêdetir ji her demî pêrgî welatîyên hewcedar dibin. Li wan navendana xwarek tên paketkirin û wan didin ber destê gelê qeyranlêketî.

Brîtanyaa ji hêla aborî va di encama çend qeyranên bidûhev da, nika rewşa herî giran a di 50 salên derbasbûyî da dibuhurîne.