Serokomarê Çînê yê berê di 96 saliyê da mir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i337906-serokomarê_Çînê_yê_berê_di_96_saliyê_da_mir
Ciyang Zimîn serokomar û sekreterê gişt ê Partiya Komonîsta Çînê yê berê di 96 saletiyê da mir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 30, 2022 11:46 Asia/Tehran
  •  Serokomarê Çînê yê berê di 96 saliyê da mir

Ciyang Zimîn serokomar û sekreterê gişt ê Partiya Komonîsta Çînê yê berê di 96 saletiyê da mir.

Rojnameya China Daily'ê roja Çarşemiyê ji zarê Komîteya Navendî ya Partiya Komonîst hegera mirina Ciyang Zimîn wek Kansera Xwînê zanî.

Ev siyasetvanê çînî yê naskirî ku di navbera sala 1993 heta 2003an (du dewreyên lipeyhev) da serokomarê Çînê bû, li bajarê Şanghayê mir.

Ew ji sala 1997 heta 2002an sekreterê gişt ê Partiya Komonîst a Çînê bû.

Ciyang Zimîn di 17ê Tebaxa 1926an li bajarê Yangzhou'ya Çînê ji dayîk bû.