Rishi Sunak bi fermî bû serokwezîrê Brîtanyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i337286-rishi_sunak_bi_fermî_bû_serokwezîrê_brîtanyayê
Charlsê sêyem paşayê Brîtanyayê bi fermî Rishi Sunak wek wezîrê darayiyê yê berê wek serokwezîrê Brîtanyayê tayîn kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 25, 2022 11:47 Asia/Tehran
  •  Rishi Sunak bi fermî bû serokwezîrê Brîtanyayê

Charlsê sêyem paşayê Brîtanyayê bi fermî Rishi Sunak wek wezîrê darayiyê yê berê wek serokwezîrê Brîtanyayê tayîn kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Rishi Sunak yekem kesê asyayî brîtanyayî ye ku bûye serokwezîrê Brîtanyayê.

Hêjayî gotinê ye ku Liz Truss serokwezîra Brîtanyayê ya berê tenê çend hefteyan bûbû serokwezîrê vî welatî, çend roj berê istîfa kir.

Wê di axaftina xwe ya xatirxwestinlê da li ber avahiya serokwezîriya Brîtanyayê tevî amajeya bi vêya ku "Em di nava bahozekê da ne", got: LÊ baweriya min bi Brîtanyayê û gelê wê heye û rojên ronî li pêşberî me ne.