Zelensky qezaya trafîkê kir; lê tenê bi sivikî birîndar bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i336497-zelensky_qezaya_trafîkê_kir_lê_tenê_bi_sivikî_birîndar_bû
Serokê Ukraynê Volodimir Zelensky di bûyereke trafîkê de li paytexta wî welatî bajarê Kyive'ê bi sivikî birîndar bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 15, 2022 09:56 Asia/Tehran
  •   Zelensky qezaya trafîkê kir; lê tenê bi sivikî birîndar bû

Serokê Ukraynê Volodimir Zelensky di bûyereke trafîkê de li paytexta wî welatî bajarê Kyive'ê bi sivikî birîndar bû.

Berdevkê Serokomariya Ukraynê Sergey Nikiforov, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Facebookê de, ragihand ku li Kyive'ê qezaya trafîkê di navbera karwana Zelensky û otomobîlekê de çê bû.

Sergey Nikiforov diyar kir ku ajokarê otomobîlê birîndar bû, piştî midexaleya ewil a tîma tenduristiya bi karwana Zelensky re ajokar rakirin nexweşxaneyê.

Nikiforov herwiha da zanîn ku di qezayê de Zelensky bi giranî birîndar nebûye û der barê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.