Konseya Ewlehiyê careke din derbarê Ukraynê civînekê li dar dixe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i335544-konseya_ewlehiyê_careke_din_derbarê_ukraynê_civînekê_li_dar_dixe
Alîkarê nûnerê Rûsiyê li NY qala lidarxistina civîna dubare ya Konseya Ewlehiyê derbarê Ukraynê di roja Înê da kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 29, 2022 09:54 Asia/Tehran
  • Konseya Ewlehiyê careke din derbarê Ukraynê civînekê li dar dixe

Alîkarê nûnerê Rûsiyê li NY qala lidarxistina civîna dubare ya Konseya Ewlehiyê derbarê Ukraynê di roja Înê da kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Konseya Ewlehiyê ya NY roja Înê saet 17 li gorî dema Moskoyê dê civîneke asayî derbarê Ukraynê li dar bixe.

Poliyanskî, Alîkarê nûnerê Rûsiyê li NY li kanala xwe ya Telegramê ragihand, wer xuya dike ku şirîkên me yên rojavayî ev civîn di dawîn roja karî ya Tîrmehê daxwaz kiriye da ku herî kêm her mehekê civînek derbarê Ukraynê were lidarxistin.

Vî dîplomatê ûris bi gotina vêya ku lidarxistina civîna Konseya Ewlehiyê derbarê mijarekê divê baldariya wan a bêyî alîgiriyê li ser mijarê nîşan bide, tekez kir: Me jî hin tişt ji bo gotinê hene.