Artêşa Rûsiyê karistana çêkirina mûşekan a Ukraynayê îmha kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i335288-artêşa_rûsiyê_karistana_çêkirina_mûşekan_a_ukraynayê_îmha_kir
Di dewama êrişên serketî yên Rûsiyê ser çeper û navendên hêzên Ukraynayê de, hêzên rûs, karistaneke çêkirina mûşekên Balestîk li Ukraynayê îmha kir.
(last modified 2024-08-13T09:59:24+00:00 )
Tîrmeh 17, 2022 08:16 Asia/Tehran
  • Artêşa Rûsiyê karistana çêkirina mûşekan a Ukraynayê îmha kir

Di dewama êrişên serketî yên Rûsiyê ser çeper û navendên hêzên Ukraynayê de, hêzên rûs, karistaneke çêkirina mûşekên Balestîk li Ukraynayê îmha kir.

Wezareta Berevaniya Rûsiyê, berêvara şemiyê ragehand ku hêzên wan bi awayekî serketî êrişî karistaneke çêkirina mûşekan a Ukraynayê kirine û ew hilweşandin. 

Vê wezaretxanê di daxûyaniyekê de ragehand ku hêzên çekdar ên Rûsyayê karistaneke bajarê Dênîproyê ku li wir kelûpelên mûşekên Balestîk ên Toçkayoyê dihatin çêkirin, îmha kir. 

Wezareta Berevaniya Rûsyayê destnîşan kir ku hêzên Rûs her wiha sê balefirên eskerî û du helîkpterên ukraynî xistin erdê. 

Li gor nûçeyeke din, Sergeyî Şoygo, Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê di sefereke nişkêveyî de, seredana hêzên wî welatî yên li Ukraynayê kiriye. 

 Li gor gotinên Şoygo, Artêşa Rûsiyê divê xebata xwe bona kontrolkirina êrişên berfireh ên mûşekî û topxaneyî yên Kiyêfê li navçên xelknişîn û bajarên rojhilata Ukraynê xurt bike.