Merasima rêzgirtina li salvegera tevkujiya ermeniyan: Alayên Tirkiye û Komara Azerbaycanê hatin şewitandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i333511-merasima_rêzgirtina_li_salvegera_tevkujiya_ermeniyan_alayên_tirkiye_û_komara_azerbaycanê_hatin_şewitandin
Hevdem di gel şeva 23ê Nîsanê salroja tevkujiya ermeniyan ji aliyê Osmaniyan va alayên Tirkiyê û Komara Azerbayccanê li meydana Yêrîvanê hatin şewitandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 25, 2022 12:41 Asia/Tehran
  • Merasima rêzgirtina li salvegera tevkujiya ermeniyan: Alayên Tirkiye û Komara Azerbaycanê hatin şewitandin

Hevdem di gel şeva 23ê Nîsanê salroja tevkujiya ermeniyan ji aliyê Osmaniyan va alayên Tirkiyê û Komara Azerbayccanê li meydana Yêrîvanê hatin şewitandin.

Roja borî hevdem di gel salvegera 107an a tevkujiya ermeniyan ji aliyê empratoriya Osmaniyan va, welatiyên Ermenistanê bi kombûna li cihê bîranîna goriyên vê tevkujiyê li Yêrîvanê, agir bi alayên Tirkiye û Komara Azerbaycanê xist.

Sed û heft sal beriya niha di şerê cîhanê yê yekem da, hikûmeta "Tirkên Omsanî" bernameya tevkujiya ermeniyan pêk anîn û li pey wê hêzên Tirkiyê ermeniyên niştecihê şeş parêzgehên vî welatî ji mal û warê wan derxistin û ew koçî navçeya Dêrazorê li Sûriyê kirin û di çend rojan da bi sedan hezar kes ji wwan ji ber tîbûn û birçîbûnê canê xwe ji dest da.

Ermenistan dibêje di şerê cîhanî yê yekem da, dewleta Osmanî bi giştî yek miliyon û nîv ermenî kuştine; Lê dewleta Tirkiyê vê yekê napejirîne û vê helwêsta Tirkiyê ev welata tûşî berdêlên giran aniye.