Nîsan 16, 2022 16:15 Asia/Tehran
  • Zelenskî: Derdora 3000 leşkerên ukraynî di şêrr da hatine kuştin

Vlodîmîr Zelenskî serokkomarê Ukraynê got: Di heyama heft hefteyan şerê di gel Rûsiyê da derdora 2500 heta 3000 leşkerên ukraynî hatine kuştin û derdora 10 hezar kes jî birîndar bûne.

Li gorî rapora Fars Newsê, Serokkomarê Ukraynê roja Înê di hevpeyîvîna di gel CNN'ê her wiha îdia kir ku ji 19n hezar 20 hezar leşkerên ûris di vî şerê da ku aniha di hefteyan heştan da ye hatine kuştin.

Lê Moskoyê meha derbasbûyî ragihand ku 1351 leşkerên ûris hatine kuştin û 3825 kes jî birîndar bûne.

Şer li Ukraynê didome û li gorî vê raporê, pevçûn li bajarê Mariyopûlê ku Ukraynê ragihandiye hewil dide dorpêça vî bajarê benderî yê başûrê rojhilat bişkêne, girantir bûye.

Li gorî gotina Zelenskî, rewşa leşkerî li başûr û rojhilatê vî welatî hîn gelekî dijwar e.

Ev şer di 24ê Sibata 2022an da bi fermana Vladîmîr Pûtîn dest pê bû.

 

 

Serepeyv